Artêşa Îsraîlê vê sibê li dijî avahiyeke 5 qatî ya li Beyt Lahiya ku li bakurê Xezeyê ye êriş pêk anî. Di encama êrişê de hejmara kesên mirine derket 93an û 40 kes jî winda ne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta li Xezeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê avahiyeke 5 qatî ya li Meşru Beyt Lahiya ku li bakurê Xezeyê ye û di avahiyê de 200 Filistîniyên koçber bicihbûne bombebaran kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa Îsraîl a dagirker bi bombekirina avahiya malbata Ebû Nasir qetlîameke hovane pêk anî. 93 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 40 kes winda ne û bi dehan kes jî birîndar bûn."
Hat destnîşankirin ku di avahiya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat bombekirin, gelek Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûn in, ku piraniya wan jin û zarok in, tê de bicih bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Hamasê jî di daxuyaniya xwe de êrîşa Îsraîlê şermezar kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Qetlîama hovane ya ku vê sibê li Beyt Lahiyayê hat kirin planên siyonîstan ên qirkirin û koçkirina bi darê zorê ya li dijî gelê me piştrast dike."
(TY/AY)