Arteşa İsraile li Şerieya Rojava ya dagirkirî bi ser bajarokekê de girt û herî kêm 70 Filistinî desteser kirin.
Li gorî agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, leşkerên Îsraîlê li bajaroka Deîr Îstiya ya bajarê Selfîtê ku li bakurê Şerîeya Rojava ye bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî nûçeya AAyê ya ku ji WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê girtiye, hêzên Îsraîlê di rojên dawîn de bi berdewamî bi ser bajarokê Deyr Îstiyayê de digirin û ketin û derketina bajêr bi berbendan girtine.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Dêr Îstiyayê nêzî 70 Filistînî ku di nav wan de kesên bi temen jî hene desteser kirin.
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li gundê Harisê yê bajarê Selfîtê bi ser dikanekê de girtine û li bajarê Cenînê jî gule li Filistîniyan reşandin.
Alîgirên hukumeta Îsraîlê ya dagirker li bajarê Kalkilya ya Şeriaya Rojava bi keviran êrişî wesayîtên Filistîniyan kirin û zirar lêxistin.
Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an de li dijî Xezeyê dest bi êrişan kir. Ji wê rojê ve desteserkirin, serdegirtin û êrîşên li dijî Filistîniyan li Şerîeya Rojava û Rojhilatê Qudsê a dagirkirî zêde bûne.
(EMK/AY)