Îsraîlê li Lubnanê 3 rojnamegerên din kuştin

Êrîşên hewayî yên Îsraîlê ku di 23ê Îlonê de li dijî Lubnanê dabûn destpêkirin ket roja 33emîn û operasyonên bejayî yên di 1ê Cotmehê de dest pê kiribûn ket roja bîst û pêncan.
Artêşa Îsraîlê li bajaroka Hasbiya ya bajarê Nebatiye ya li başûrê Lubnanê, li dijî avahiya ku rojnameger lê dimînin, êrîşeke hewayî pêk anî.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku 3 rojnameger jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya televîzyona El-Meyadîn a Beyrûtê, balafira şer a Îsraîlê bi 2 mûşekan avahiya ku tîmên çapemeniyê lê bûn hedef girtin. Di encama êrîşê de xisareke mezin li avahî û wesayîtên çapemeniyê yên derdorê ket.
Di êrîşê de kameramanê televîzyona El-Meyadînê Gassan Neccar û endezyarê weşanê Muhammed Riza û kameramanê televîzyona El-Menar Vîsam Kasim mirin û 3 rojnameger jî birîndar bûn.
Li Lubnanê pêştir jî, nûçegihanê Reutersê Îssam Ebdullah di 13ê Cotmeha 2023an de, nûçegîhanê Al-Meyadînê Ferah Omer û kameraman Rabîh el-Me'marî di 21ê Cotmeha 2023an de, nûçegîhanê Al-Meyadînê Hadî es-Seyîd di 24ê Îlona 2024an de û di 25ê Îlona 2024an de kameramanê televîzyona Al-Manarê Kamil Karakî di êrîşên Îsraîlê de miribûn.

Îsraîlê di êrîşên Lubnanê de rojnamegerek kuşt

Îsraîlê li Lubnanê rojnamegerek din kuşt
(VC/AY)