Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê ziyanên canî yên di encama êrîşên hewayî yên Îsraîlê pêk hatine de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê yên li ser hin bajarokan de 46 kes mirine û 85 kes jî birîndar bûne.
4 êrîşên hewayî
Li gorî nûçeya AAyê, Îsraîlê duh bi şev li dijî herêma Muavvad û Taxa Amerîkayê ku Dahiyeyê ye û li başûrê Beyrûdê ye êrîşeke hewayî pêk anî.
Di êrîşeke din de, avahiyek li herêma Başûra ku rojavayê Beyrûtê ye bû armanc.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de diyar kir ku artêşê li Beyrûdê li dijî hin hedefan "êrîşên hesas" pêk anîn. Adraee destnîşan kir ku wê hûrgiliyên êrîşan piştre bên eşkerekirin.
Di van êrîşên dawî de 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya Yekîneya Rêvebiriya Metirsiya Karesatan ya Hikûmeta Lubnanê, di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 8ê Çiriya Pêşiya 2023an ve li dijî Lubnanê daye destpêkirin de 1928 kes mirine, 9 hezar û 290 kes birîndar bûne û mîlyon û 200 hezar kes jî ji cih û warên xwe bûn in.
(AS/AY)