Îsraîl duh bi şev êrîş bir ser Beyrûta paytexta Lubnanê.
Medyaya Lubnanî nivîsand ku ev êrîşa dawî ya Îsraîlê ji êrîşa ku serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah tê de mir, mezintir bû.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Beyrûtê li 15 cihên cuda êrîşên hewayî pêk anîne. Êrîşên asmanî yên ku artêşa Îsraîlê di van rojên dawî de zêde kirine, li başûrê Lubnanê, li rojhilatê Geliyê Bekaa û li başûrê Beyrûtê jî li Taxa Dahiyeyê giran bûne.
Di nûçeya platforma nûçeyan a Amerîkayê Axiosê de ku çavkaniya nûçeyê 3 rayedarên Îsraîlî ye, hat îdiakirin ku hedefa êrîşê Haşim Safiyuddinê. Tê gotin ku Safiyuddin dê li cihê Nasrallahê ku hatibû kuştin were erkdarkirin.
Di rojekê de 37 kes hatin kuştin
Di daxuyaniya nivîskî ya ku duh bi şev ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve hat dayîn de derbarê kuştî û birîndarên êrîşên ku ji aliyê Îsraîlê ve li gelek herêmên Lubnanê hatin kirin de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 37 kes mirin û 151 kes jî birîndar bûn.
(AS/AY)