Artêşa Îsraîlê duh li Beyrût, paytexta Lubnanê li Taxa Kolayê li dijî avahiyekê êrîşeke hewayî pêk anî. Di êrîşê de maleka ku di apartmanek pirqatî de kirin armanc.
Îsraîlê ji sala 2006an vir ve cara yekeme li Beyrûtê ji bilî herêma Dahiyeyê ku Hizbullah lê bi hêz e, li cihekî din xist.
FHKCyê aşkere kir ku 3 rêveberên wan mirine
Tûgayên Şehîd Ebû Elî Mistefa ku baskê çekdar ê Eniya Gel a Rizgariya Filistînê ye(FHKC), derbarê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku endamê Polîtburoya FHKC û berpirsê Beşa Ewlekariya Leşkerî Muhammed Abdulal (Ebû Gazî), Endamê Komîteya Navenda Giştî ya FHKCyê, endamê yekîneya leşkerî ya Eniyê û fermandarê leşkerî yê Lubnanê Îmad Avde (Ebû Ziyad) û çekdarê FHKCyê Abdurrahman Abdulal mirin.
105 mirî, 359 birîndar
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê ziyanên canî ku ji ber êrîşên hewayî yên dijwar ên Îsraîlê yên li ser gelek deverên welêt dewam dikin de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişa hewayî ya li ser bajaroka Ankunê ya li başûrê welêt de herî kêm 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûne. Her weha di êrişa li bajaroka Bint Cubeyê de jî 5 kes mirin û 10 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî bajarê Sûrê de 16 kes mirin û 115 kes jî birîndar bûne. Di êrîşa hewayî de Nexweşxaneya Dewletê ya Kana ya herêmê jî xisareke mezin dîtiye.
Her weha li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser herêma Bekaayê de ya herî kêm 9 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn. Di êrişên hewayî yên li ser herêmên Nebatiye û Marcayûnê de ku li başûrê wî welatî ne 7 kes mirin û 40 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên hewayî yên duh ên artêşa Îsraîlê de bi giştî 105 kes mirin û 359 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê
Artêşa Îsraîlê ji 23ê Îlonê ve heta niha bi sedan êrîşên esmanî li ser bajarên başûrê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Baalbek pêk anîne.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 654 kes mirine.
Pêla koçberiyê ji herêmên başûrê welêt ber bi paytext Beyrûtê û bakurê welêt dewam dike, derbarê hejmara koçberan de du daxuyaniyên cuda hatin dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabîb diyar kir ku hejmara kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne nêzî 500 hezarî ye, Wezîrê Jîngehê yê Lubnanê Nasir Yasîn jî ragihand ku ev hejmar ji 150 hezarî zêdetir e.
(AS/AY)