Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Zarokan a Rantîsiyê ya li Xezeyê kir.
Li gor nûçeya ku li ser kanala Telegram a televizyona El-Aksayê hatiye parvekirin, balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Rantîsî ya Zarokan kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di encama hedefgirtina rasterast a Îsraîlê ya nexweşxaneyê de li jêrzemîna nexweşxaneyê û hin tesîsên nexweşxaneyê şewatên mezin derketin.
Di daxuyaniyê de derbarê mirî û birîndaran de agahî nehat dayîn.
Derdora Nexweşxaneya Şifayê jî hat bombekirin
Eşref el-Kudra Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku artêşa Îsraîlê hewşa Nexweşxaneya Şîfayê ya ku navenda tenduristiyê ya herî mezin a li Xezeyê ye û bi hezaran birîndar û sivîl lê hene hedef girt.
Kudra diyar kir ku di êrîşê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûne û destnîşan kir ku hedefgirtina nexweşxaneya ku bi hezaran kes têde ne, gavek pir metirsîdar e.
Li gor nûçeya ku li ser kanala Telegramê ya televîzyona El-Aksayê hat parvekirin, Îsraîlê li hewşa Nexweşxaneya Şîfayê wesayîteke sivîlan kir armanc.
(AS/AY)