Îsraîlê bi balafira bêmirov êrişî bajarê Tulkeremê ku li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî ye kir û di encamê de 6 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa WAFAya Filistînê, Îsraîlê bi balafireke bêmirov Kampa Penaberan a Nûr eş-Şems a li bajarê Tulkaremê bombebaran kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat destnîşankirin 6 kesên ku di êrîşan de mirin, rakirin Nexweşxaneya Sabît Sabît a li Tul Keremê û ciwanekî 24 salî jî bi giranî birîndar bû.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Tulkerem û Kampa Penaberan a Nûr Şems a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî kir û nîşanger li ser banê gelek avahiyên bilind bi cih kirin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku di navbera Filistîniyên ku bertek nîşanî êrîşê da û hêzên Îsraîlê de pevçûn derket û artêşa Îsraîlê xalekî kampê bombebaran kir.
(AS/AY)