Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Misirê di navbera Îsraîlê û Hamasê de encam daye, ji saet 02.00ê vê sibeyê pê ve destpêkiriye.
Di nûçeyên çapemeniya Îsraîlê de hatibû ragihandin ku Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê ji bo ku êrişên ji 10ê Gulanê pê ve li Gazzeyê didome bi dawî bibe û agirbest pêk were wan dengdan qebûl kirine.
Samî Ebû Zuhrî, Berdevkê Hamasê jî erê kiriye ku agirbesta di navbera wan û İsraîlê de wê di saet 02.00ê vê sibê de destpêbike.
Li Gazzeyê piştî agirbestê destpêkiriye felestînî derketine kolanan û Hamasê jî gotiye “tilîyên me hê li ser tetikê ne”.
Piştî ku peymana agirbestê destpêkiriye, Îsraîlê jî Hamasê jî serketin ragihandiye.
232 Felestînî mirine
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de ku 10ê Gulanê destpêkiribû jê 65 zarok, 39 jin û bi giştî 232 felestînî mirine.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî(NY) jî li Gazzeyê 450 avahî rûxiyane ango xesarên mezin lê ketine. Ji wan avahiyan 6 nexweşxane û 9 jî binkeyên tunduristiyê bûne. 52 hezar kes jî bê cîh mane.
(TP/AY)