Hikûmeta koalîsyona çep a Îspanyayê di civîna Lijneya Wezîran de biryara fermî ya naskirina dewleta Filistînê pejirand.
Berdevka Hikûmeta Îspanyayê û Wezîra Perwerdehiyê Pilar Alegriayê piştî civîna Lijneya Wezîran a li Madrîdê li avahiya Serokwezîriyê ya Moncloayê civîna çapemeniyê li dar xist.
Alegriayê diyar kir ku di civîna Lijneya Wezîran da biryara fermî ya naskirina dewleta Filistînê hat qebûlkirin û wiha got: "Ev civîneke taybet a Lijneya Wezîran bû. Ev biryareke dîrokî ye û tenê yek armanca wê heye. Ew jî tevkariya aştiyê ye."
Alegriayê bal kişand ku Îspanya bi biryara hevdemî ya Îrlanda û Norwêcê bû yek ji wan welatên ku Filistîn nas kir û wiha got: "Îspanya biryareke dîrokî da û ket lîsteya welatên ku dewleta Filistînê nas dikin ku ev 143 e.
Îspanya, Norwêc û Îrlanda wê dewleta Filistînê nas bikin
Wezîrê Karên Derva Jose Manuel Albares jî got, "Dema naskirina dewleta Filistînê hatiye. Em ê destûrê nedin ku êdî mazlûm bên kuştin. Yekane rêya aştiyê ev e û îro meşa wê dest pê kir. Biryara îro dê bibe xala veguherînê."
Albares diyar kir ku bi biryara hemwext a Îspanyayê tevî Îrlanda û Norwêcê hejmara welatên ku dewleta Filistînê nas dikin derket 146an û got:
"Slovenya wê di zûtirîn demê de, roja Pêncşemê wê li vê hejmarê were zêdekirin. Bê guman dê welatên din jî tevlî bibin.”
Niha ji 193 welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ye jê 139 ku Tirkiye jî di nav de ye, dewleta Filistînê ku di 15ê Mijdara 1988an de damezrandina wê hat ragihandin, nas dikin.
(AS/AY)