Navenda Lêkolînên Kurdî (Kurdish Policy Research Center) wê 26ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) a 2018ê li Washingtonê bernameyeke bi navê “Paradîgmaya Li Dijî Kurdan: Ji Sykes-Picotê heta Referandûma Îlona 2017ê ya Kurdistanê” çêbike.
Di bernameyê de wê Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî bi axive û behsa wê pêvajoyê bike ku ji dema Peymana Sykes-Picotê heta Referandûma Îlona 2017ê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê berdewam kiriye.
Bername li gorî saeta Washingtonê wê di navbera saet 1 û 3yê ya piştî nîvro de li Washingtonê li The National Press Clubê çêbibe.
Derbarê Îsmaîl Beşîkçiyî de
Sosyolog e. Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser kurdan tê nasîn. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 salan di zîndanê de maye.
Di sala 1939an de, li bajarê Çorûmê, li navçeya Îskîlîpê ji dayik bûye. Di sala 1962an de li fakulteya polîtik a Zanîngeha Enqereyê xwendina xwe qedandiye û di sala 1964an de, li Erziromê, li Zanîngeha Ataturkê wek asîstan dest bi kar kiriye. Doçentekî bi navê Orhan Türkdoğan bi tohmeta ku propagandaya marksîzmê û kurdîtiyê dike, giliyê Beşîkçî kiriye. Di sala 1967an da tevli Xwepêşandanên Rojhilat bûye û dûra li ser van xwepêşandanan lêkolîn kiriye. Ev lêkolîna xwe di bin navê "Doğu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller" weke pirtûk çap kiriye. Pirtûk di sala 1969an de hatiye weşandin. Heman salê ji ber çapkirina vê pirtûkê ji zanîngehê hatiye avêtin. Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, piştî darbeya 12ê Adara 1971ê li dijî Beşîkçî doz hatiye wekirin û ew hatiye girtin. Ji sê salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979an de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din hatiye girtin. Beşîkçî di navbera salên 1981 – 1987an de, şeş salan di girtîgehê de maye. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birîn. Bêşîkçî di sala 1999an de bi guhertina hinek qanûnan û efûyek giştî hatiye berdan. Ji 36 pirtûkên wî 32 heb hatine qedexe kirin. (FD)