Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Ewlekariya Karî û Tenduristiya Karkeran(ISIG) rapora xwe ya têkildarî Alîagayê aşkere kiriye. Li gorî raporê mirinên di dema karî de yên li Alîagayê bi 30 qatî zêdetire giştiya Tirkiyeyê ye
Li gorî raporê ku ji sala 2013an ve ku Qanûna Ewlehiyê û Tenduristiya Karî (IGS) hatibû pekanîn heta Hezîrana 2022an li Alîagayê di dema karî de herî kêm 97 karker mirine.
Sedemên sereke yên birîndarbûn û mirina karkeran a li Alîagayê, perçiqandin, teqîn, agir û ketina ji bilindahiyê ye. Ji sedî 28ê cînayetên kar di hilweşandina keştiyan de û ji sedî 27 jî di metalê de ne.
Bi gotineke din, zêdetirî nîvê mirina karkeran di van her du beşan de ne. 7 karkerên ku di keştiya dawîn a hilweşandinê de dixebitîn mirine.
Di rapora ÎSÎGê de wiha hatiye gotin: “Li Tirkiyeyê her sal nêzî 2000 karker di dema xebatê de dimirin . Li Alîagayê derdora 1500 karkerên ku keştîyan hildiweşînin hene. Dema ku em wek rêjeyekê lê dinêrin rêjeya mirina di sektora keştiyên Alîagayê de bi qasî 30 qat ji rêjeya mirina karkeran a giştiya Tirkiyeyê ye.
Li gorî raporê ji 10 cînayetên kar ên li Alîagayê diqewimin jê 3 di çapemeniya neteweyî de cih nagirin.
Di raporê de her wiha hatiye diyarkirin ku di 9 salên dawî de 2 karkerên jin û 3 karkerên koçber/penaber mirine. ISIGê di 9 salên dawî de li Alîagayê tu mirinên zarokên karker tesbît nekiriye. Ji kesên ku di dema karî de mirine tenê 8 kes endamê sendîkayê bûne.(HA/AY)