Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di sala 2021ê de li Tirkiyeyê, bi kêmanî 62 zarok mirine.
ISIGê diyar kiriye ku ji sala 2013ê û vir ve bi kêmanî 556 zarok di dema karkirinê de mirine. Li gorî raporên ISIGê di heşt salên dawî de 316 zarok di karên çandinî û daristanan de, 57 jê di înşeatan de, 37 jê di karên metalê de, 27 jê jî di karên xizmetguzariyê de mirine.
ISIGê di raporê de behsa daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) yên sala 2019ê ku li gorî van daneyan ji sedî 70,6 karkerên zarok kur in, ji sedî 29,4 jî keç in. Bi giştî 720 hezar karkerên zarok hene.
Daneyên rast tên veşartin
ISIGê destnîşan kiriye ku daneyên rast ên derbarê karkerên zarok de tên veşardin:
“Li Tirkiyeyê 720 hezar zarok kar dikin ku temenê wan di navbera 5 û 17ê de ye. Ji sedî 30,8ê wan di karên çandiniyê, ji sedî 23,7ê wan di karên pîşesaziyê û ji sedî 45,5ê wan jî di karên xizmetguzariyê de kar dikin.
“Li Tirkiyeyê rapirsî di navbera meha Çiriya Pêşiyê û Kanûna Pêşiyê de tên çêkirin ku di van mehan de rêjeya karkerên zarok di asta herî jêr de ye. Ji ber wî, ev hejmar rewşa rast a karkeriya zarokan vedişêre. Di encamê de li Tirkiyeyê bi kêmanî 2 milyon karkerên zarok (di mehên havînê de 4 milyon) hene.
ISIGê bal kişandiye ser hejmara penaberên Sûriyeyî û Afanistanî ku li gorî texmînan digihêje 6 milyonan û diyar kiriye ku beşeke ji van jî zarok in, di çandinî, înşeat û hin karên din de dixebitin. Meclîsê gotiye ku “lewra hejmara karkerên zarok jî zêdetir e.”
Rêxistina Karkirinê ya Navnetewî (ILO), roja 12ê Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanî” qebûl kiriye. Li gorî daneyên rêxistinê yên sala 2020ê, li cîhanê 63 milyon ji wan zarokên keç, 97 milyon jî zarokên kur, li ser hev 160 milyon zarok kar dikin. (RT/FD)