Fotograf:AA
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) rapora xwe ya derbarê dema nexweşiya koronayê ango Covid-19ê de weşandiye.
Li gorî rapora ISIGê di navbera 11ê Adarê û 10ê Çiriya Paşiyê ya 2020an li Tirkiyeyê di dema karî de herî hindik 368 karker ji ber Covid-19ê mirine.
ISIGê di rapora xwe de diyar kiriye ku ev hejmar zêdetir e lê yên ku wan tespit kirine ewqas in.
Meclîsê ev zanyarî parve kirine:
* Di 20 rojên dawiyê yên meha Adarê de 14 karker, di Nîsanê de 104 karker, di meha Gulanê 29 karker, di Hezîranê de 13 karker, di Tîrmehê de 16, di Tebaxê de 57, di Îlonê de 51, di Çiriya Pêşiyê de 51 û di deh rojên pêşiyê yên meha Çiriya Paşiyê de 33 karker ji ber Covid-19ê mirine.
* 58 kesên ku mirine esnaf, 310 jî karker û karmend bûne.
* Herî zede 141 karkerên di sektora tenduristiyê de (4 doktorên di sektorên din de kar dikin ne tî de), 90 karkerên karê bazirganî/büro/perwerde/sînemayê, 25 karkerên şaredariyê, 20 karkerên tekstîlê, 17 karkerên ewlehiyê, 15 karkerên metale, 14 ajokar û pîlot û 10 karkerên xizmetguzariya otel û weke wan, ji ber Covid-19ê mirine.
* 25 jin, 343 mêr mirine.
* Tenê 34 ango ji sedî 9ê karkerên ku mirine, endamên sendîkayekê bûne.
Bajarên ku karker lê mirine:
Stenbol (108), Enqere (25), Amed (21), Kayserî (17), Izmîr (16), Kocaelî (15), Dîlok (13), Bûrsa (10), Konya (10).
(FD)