Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
IRAya Nû, berpirsiyariya kuştina rojnamegera îrlandî ya bi navê Lyra McKeeyê girtiye ser xwe. IRAya Nû, daxuyaniyek ji rojnameya The Irish Newsê re şandiye û gotiye, “dema li ba hêzên dijminan bûye” hatiye kuştin. Rêxistinê, lêborîn ji malbat û dostên rojnamegerê xwestiye.
Bixwîne - Lyra McKeeya rojnameger li Îrlandayê hatiye kuştin
2 kes hatibûn desteserkirin
Li Bakurê Îrlandayê, rojnamegereka bi navê Lyra McKee dema ku ji bo çêkirina nûçeyan çûbû xwenîşandanekê hatibû kuştin.
Ji bo salvegera “serhildana serbixwebûnê” 18ê Nîsana 2019ê xwenîşandan pêk hatibûn. Polîs û xwenîşander li hev ketibûn. Rojnamegera 29 salî jî ji bo nûçeyan çêbike li cihê bûyerê bûye. Piştî rûdanê rojnameger birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye.
Midûrê emniyetê îdia kiriye ku IRAyeka nû çêbûye. Polîsan bûyer wek êrîşeka terorî bi nav kiriye.
Cihgira serokê Sinn Feinê(Baskê sîyasî yê IRAyê) Michelle O’Neillê diyar kiriye ku ew ji ber kuştina rojnamegerê gelek xemgîn in.
Lyra McKeeyê ji bo rojnameyeka herêmî ya bi navê Excalibur Pressê kar dikir. (EMK/FD)