Li başûrê Iraqê di xwepêşandinên wilayeta Necefê ku şîe lê dijîn da careke din hinekan agir berdaye konsolosxaneya Îranê.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî, di xwepêşandinên dijî hikûmetê da Konsolosxaneya Îranê ya li Necefê cara 3yemîn e ku agir berdanê.
Berî vê carê, du carên din jî agir berdabûn avahiya konsolosxaneyê.
Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin.
Xwenîşanderên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kirin, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê 25ê cotmehê cardin dest bi xwepêşandanan kiribûn.
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca/AA