Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Mozhgan Kavoûsî beriya niha bi îdiaya ku beşdarî tevgera “Jin, jiyan, azadî” bûye 62 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Li gor wê rapora ku gihîştiye destê Saziya Mafên Mirovan a Hengaw, roja Yekşema 11ê Tebaxê cezayê girtîgehê yê nivîskar û lêkolînera Kurd Mozhgan Kavoûsî ku xelka Kelardeşt a bajarê Mazenderanê ye, ji aliyê 39emîn Daîreya Dadgeha Bilind a Îranê ve hat qebûlkirin.
Piştî vê dosyeya Kavousiyê şandin 2emîn Daîreya Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Sariyê û dadgehê cezayê Kavousiyê ji 62 mehan daxist salekê.
Ji 15ê Hezîrana 2024an û vir ve cezayê xwe li derveyî girtîgehê di şert û mercên vekirî yên girtîgehê de derbas dikir.
Mozhgan Kavousî piştî ku roja Duşema 18ê Kanûna Pêşiya 2023an ji bo Buroya Girtîgeha Kelardeştê bang lê hatibû kirin, hat girtin û şandin girtîgeha Tonekabonê.
Pêştir Mozhgan Kavousî ji aliyê 1emîn Daîreya Dadgeha Şoreşê ya Sarî ve bi tohmeta “hevkarî û kombûn li dijî ewlehiya netewî” 39 meh, ji ber “heqareta li Xamineyî” 15 meh û rojek û ji ber “çalakiyên propagandayên yên li dijî hukumetê” bi 8 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.
(EMK/AY)