Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsên exlaqê yên Iranê Jîna Mahsa Amînî kuştibû. Rojnameger Nazîla Marûfyanê jî ji ber ku bi bavê Jînayê re hevpeyvîn kiribû du caran hatibû girtin. Iranê Marûfyan serbest berdaye.
Nazîla Marûfyana ku 36 roj in li Girtîgeha Evînê girtîye li beramber 300 mîlyon(nezîkî 190 hezar TL) riyal kefaletê tehliye bûye.
Piştî ku Marufiyan serbest bûye piştî wiha nivîsîye: "Silav ji hemû xoşewîstan re. Ez spasiya hemû kesên ku di vê demê de li cem malbat û hevalên min bûn in dikim û destên wan maç dikim. Di yek ji pirtûkên ku min di sala 2009an de xwendibû de hevokek weha hebû:
"Tu hêjayî ya herî baş e, ji ber vê yekê divê tu koletiyê qebûl neke."
Di 30ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin
Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.
Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin.
(HA/AY)