Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê Îranê der barê kuştina Qasim Silêmaniyê generalê Îranê da got, "Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."
Xameney der barê kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê yê ku li Bexdayê di êrîşa Amerîkayê da hat kuştin da daxuyanî da.
Xameney di daxuyaniya xwe da serxweşî da eqrebeyên Silêmanî û gelê Îranê û wiha got: "Bi çûyîna wî karên ku wî dikirin ew ê nesekinin û rêya wî ew ê neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."
Xameney diyar kir ku li welêt ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf der heqê Qasim Silêmanî ku di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî daye û gotiye: "Amerîka wê ji hemû encamên maceraperestiya xwe ya rêbirînê berpirsyar be."
Zarîf ji ser hesabê xwe yê Twîtterê bo Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ye û li Bexdayê di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî da.
Wezîr Zarîf çalakiya Amerîkayê wek "terorîzma navneteweyî" bi navkir û destnîşan kir ku Qasim Silêmanî li herêmê bi rêxistinên terorê yên wek DEAŞ, El Qaîde û Nûsrayê ra têkoşîneke berbiçav dida.
Wezareta Parastina Neteweyî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendis di êrîşa li Balafirgeha Bexdayê da hatin kuştin.
Artêşa Mihafizên Şoreşê jî pesend kiribûn ku general Silêmanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin.
(MB)
*Çavkanî: AA