Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li rojnamegera Kurd û parêzvana mafên jinan Pêşxan Ezîziyê birî..
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) hatiye parvekirin, di biryara ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê dayî de hatiye gotin ku Ezîzî bi tohmeta ku “endama komên ku li dijî rejîma Îslamî dest bi serhildana çekdarî kirine ye” cezayê darvekirinê lê birîne.
Ezîzî di 4ê Tebaxa 2023an de li bajarê Herazî yê Tehranê ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hatibû desteserkirin.
Ezîzî di 11ê Kanûna Pêşiya 2023an de hatibû girtin û piştre şandibûn Girtîgeha Êvînê. Ezîziyê di nameyên ku li girtîgehê nivîsî de destnîşan kiriye ku ew di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyên giran hatiye û ji mafên xwe yên bingehîn ên wekî "temsiliyeta qanûnî" û "mafê darizandina adil" bêpar maye.
Ezîzî di 16ê Mijdara 2009an de ji ber beşdarbûna xwenîşandanên xwendekarên Kurd ên li Tehranê yên li dijî darvekirinê, hatibû girtin, piştî 4 mehan di girtîgehê de ma û piştre bi kefaletê hat berdan.
Ezîzî piştî serbest bû dest bi lêkolîna jiyana jinên Kurd kir. Herî dawî di nameya ku ji Girtîgeha Êvînê nivîsî de êşkenceyên ku li wan hatiye kirin ji raya giştî re eşkere kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.
(RT/AY)