Fotograf: AA (Arşîv)
Serdozgerê Giştî yê Tehranê ragihandiye ku têkildarî dosyeya kuştina Qasim Sulêymanî, fermandarê berê yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, wan fermana girtinê di derheqê 36 berpirsên siyasî û serbazî yên DYAyê de derxistiye ku yek ji wan Donald Trump e.
Dozgerê Giştî yê Tehranê herwiha ragihandiye, wan daxwaz ji Interpol, saziya polîsan a navdewletî kiriye ku Trump û berprisên din ên DYAyê bigirin.
Li gor nûçeya IRNAyê, Pêwendiyên Giştî yên Desthilata Dadweriya Îranê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku civîna îro ya Civata Bilind a Dadweriyê ya bi serokatiya Îbrahîm Reyîsî, Serokê Desthilata dadweriya wî welatî hatiye lidarxistin. Rayedaran gotine ku di civînê de rêkar û lidûvçûnên derbarê dosyeya kuştina Qasim Sulêymanî de hatine nirxandin.
Di civînê de, Dozgerê Giştî yê Tehranê, Elî Elqasî Mêhr amaje bi lêkolên û lidûvçûnên dosyeya Qasim Sulêymanî kiriye û wiha diyar kiriye: “36 kes ji kesên ku di terora hecî Qasim de dest hebûne, beşdar bûne, û ferman dane, ji berprisên siyasî û serbazî yên Amerîkayê û welatên din hatine naskirin, ku ji aliyê rayedarên dadweriyê ve di derheqê wan de fermana girtinê hatiye dan û ji aliyê polîsê navdewletî (Interpol) ve bultena sor bo wan hatiye derxistin.”
Bi gotina Dozgerê Giştî yê Tehranê, tometa wan kesan kuştin û encamdana kiryara terorîstî ye û diyar kiriye ku kesê yekem ê di nava wê lîsteyê de, Serokê DYAyê Donald Trump e.
Elî Elqasî Mêhr gotiye: “Pêdagiriya ji bo girtina wî (Trump) dê piştî bidawîhatina berpirsyariyê wî jî berdewam be.”
Fermandarê berê yê Supaya Quds ê Îranê, Qasim Sulêymanî roja 3ê Adara 2020an tevî Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendîsî û hejmarek kesên din di êrîşeke esmanî ya DYAyê de li Balafirxaneya Bexdayê hatibû kuştin. (FD)
Çavkanî: Rûdaw