Iranê bi mûşekan êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye: Kesek miriye, 8 kes jî birîndar bûne
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îranê bi mûşek û balafirên bêmirov ên kamikazê êrîşî baregehên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Iranê(HDK-Î) û Komeleya Zihmetkêşên Şoreşger a Kurdistanê ya Iranê(Komele) yên li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistana Iraqê kiriye. Di êrîşê de kesek miriye û 8 kes jî birîndar bûne.
Li gor nûçeya Rûdawê, Îranê îro (14ê Çiriya Paşiyê) careke din bi mûşek û firokeyên bêpîlot ên kamikaze, axa Herêma Kurdistanê kiriye armanc. Berpirsê Têkiliyên HDK-Î Heme Salih Kadirî diyar kiriye ku qesr û wargeha li Koye bi muşekan hatiye hedefgirtin.
Yek ji rêveberên Komeleyê Osman Xelîlî diyar kiriye ku herî kêm 3 firokeyên bêfirokevan baregehên wan li gundê Zirgwêz ê Silêmaniyê kirine armanc, Şaredarê Sîdekanê Îhsan Çelebî jî diyar kiriye ku ji serê sibê ve Îranê dest bi bombebarankirina sînorê navçeya Sorana Hewlêrê û bajarokê Sîdekanê kiriye.
Rûdawê nivîsiye ku Artêşa Pasdarên Îranê berpirsyariya wê êrîşê girtiye ser xwe. Di kanala Telegramê ya pasdaran de hatiye ragihandin ku baregehên rêxistinên Kurdan bi mûşek û balafirên bê mirov hatine bombekirin.
Çavkaniyên leşkerî yên Îranê jî ji Fars Newsê re axivîne û diyar kirine ku Artêşa Pasdarên Îranê bi balefirên bêpîlot û mûşekan “komên opozîsyonê” yên li nav axa Herêma Kurdistanê kirine armanc.(SD/AY)