Îran û Rojhilat ji bo Jîna Mahsa Amîniyê di grevê de ne
Piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê li Îran û Rojhilatê gelek çalaki li dar ketibûn û ev çalaki didomin. Zext û zorên hêzên ewlekariyê li bajarên kurdan zêdetir bûne. Lig elek bajaran îro greveke giştî hebû.
.jpg)
Fotograf: RojNews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serhildana li Îranê di hefteya xwe ya çaran de dewam dike. Îro jî li eyaleta Kurdistanê, ya ku navenda wê Senendec ango Sinê ye û lig elek bajarên din ên mîna Kîrmaşan û Îlamê, gelek esnafan derabeyên dikanên xwe venekirine.
Li gorî nûçeya RojNewsê, li bajarên Seqiz, Merîwan, Bane, Bokan ên Sinê û bajarên Dewlan û Serpêl Zehaw yên Kirmaşanê û Îlamê çalaki dewam kirine.
Li Baneyê jî xwendekar neçûna dibistinan.
“Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistanê” ên Rojhilatê bi navê koma “Ciwanên Taxan” komek ava kiriye û ew çalakiyan birêxistin dikin. Grev jî bi banga “Ciwanên taxan” ve hatiye birêxistinkirin. (TY/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.