Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Rapora Binpêkirinê ya Mafên Rojnamegeran aşkere kir. Înîsiyatîfê ji bo rapora xwe aşkere bike li Şaxê Amedê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) civîneke çapemeniyê li dar xist.
ÎRAyê di raporê de gotiye ku “Sala 2017yan ji aliyê azadiya çapemeniyê ve tabloyeke pir xerab û giran li pey xwe hişt. Welat bi ‘biryarnameyên di hukmê qanûnê’ de hat birêvebirin û OHAL bû jiyana îdeolojîk a desthilatê” û wiha berdewam kiriye:
“Di bin van şert û mercên bi zext de herî zêde mafparêz, ronakbîr, akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger hatin desteserkirin, girtin, ji kar hatin dûrxistin, zext û zorên cihêreng li ser wan hat ferzkirin.
Azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê ku ev jêvenegerên demokrasiyê ne bi hawêra darazê ve, tune hat hesibandin. Temamiya salê zext û pêkutiyên li ser çapemeniyê kêm û sist nebûn. Rojnamager ji ber nûçeyên xwe hatin desteserkirin, darizandin û girtin. Li ser çapemeniya muxalîf a ku di şiba desthilatê de li bûyer û geşedanan nanêre; ‘çovê darazê’ weke şûrê demokles misêwa hate hejandin.”
“Em dixwazin hempîşeyên me demildest azad bimînin”
“Li gel zext û dozan jî rojnamegeran bi gotina; ‘rojnamegerî ne sûc e’ ti carî û ti demê ne hevalên xwe yên girtî û ne jî hevalên xwe yên tên darizandin bi tenê nehiştin. Ji bo serwerkirina azadiya çapemeniyê ku yek ji rûknên demokrasiyê ye em hemû rêxistin, dam û dezgehên çapemeniyê û hemû rojnamegeran vedixwînin ku em mil bi mil têbikoşin, em li gel hev bin û refên xwe xurt bikin da ku em hemû êrîşan pûç bikin.
“Em weke Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) hêvî dikin ku di vê sala nû de tu rojnamegerek neyê desteserkirin, darizandin û girtin. Em ji hemû rojnamegeran re azadiyê dixwazin.”
183 sal cezayê girtinê dan 81 rojnamegeran
Di rapora ÎRAyê de daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a 2017an wisan e:
* 187 rojnameger hatin desteserkirin. Pirtirê van rojnamegeran an di serdema şopandina nûçeyê de an jî bi boneya ‘îxbarekê’ bi ser malên wan de hatiye girtin û ew hatine desteserkirin.
* 58 rojnameger hatin girtin. Pirtirê wan rojnamegerên ku hatin girtin hîna jî di girtîgehê de ne û tên darizandin. Di îdianameyên rojnamegeran de nûçe û wêne weke delîlê sucan tên nîşandin.
* 15 rojnameger serbest bûne.
* 165 rojnameger di girtîgehên li Tirkiyeyê de ne.
* Di derbarê 189 rojnamegeran de doz vebûne.
* Li 81 rojnamegeran cezayê pereyan hatiye birîn. Li wan 81 rojnamegeran bi giştî 183 sal 4 meh û 18 roj cezayê girtîgehê û 333 hezar û 120 TL cezayê pareyan hatiye birîn.
* Darizandina 373 rojnamegeran didome.
* 18 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de rastî êrişê hatine.
* Rojnamegerek hatiye revandin û gefa mirinê lê hatiye xwarin.
* Rojnamegerek di dema şopandina nûçeyê de bi çek gef li wî hatiye xwarin.
* Rojnamegerek hatiye kuştin.
* 35 dezgehên çap û weşanê yê rojnamegeriyê bi biryarnameyên di hukmê kanunê (KHK) de hatin girtin.
* Mal û milkên saziyên çap û weşanê yên rojnamegeriyê ku di 2016an de hatibûn girtin ji aliyê saziya Fona Sîgortayê ya Veberhênaniyê ya Teserufê (TMSF) ve hatin firotin.
* 3 Kanalên televizyonê ji TURKSATê hatin derxistin.
* Lîsansa 5 televîzyonan hatin betalkirin.
* Malperên înternetê yên 37 saziyên çap û weşanê yên rojnamegeriyê hatin astengkirin.
* 5 rojnameger hatin dersînor kirin.
* 25 rojnameger ji kar hatin derxistin.
* Karta zer rojnamegeriyê ya 100 rojnamegeran hat betalkirin. (EA/FD)