Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) eşkere kiriye ku ji ber Bahoza Danielî û lehiya piştî wê ya di 10ê Îlonê de li rojhilatê Lîbyayê pêk hat, 429 karkerên penaber mirin, 500 karker winda bûn. Her weha 42 hezar û 45 kes j3i ji cih û warên xwe bûn.
Rêxistinê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşandiye û gotiye ku piştî demekê, hin ji van malbatan vegeriyan malên xwe.
Li gorî heman daxuyaniyê, ji sedî 96ên ji cih û warên xwe bûne ji rojhilatê Lîbyayê, ji sedî 4ê wan jî ji rojavayê welêt en.
Ji sedî 40ên yên li rojhilat li Derneyê, ji sedî 12yên wan li El-Baydayê, ji sedî 10ên wan li Şahatê, ji sedî 8ên wan li Bîngaziyê, ji sedî 7ên wan li Tobrûkê, ji sedî 6ên wan li El-Ebrakê dijîn. Yên din jî li bajarên mayî dijîn.
Li Derneyê û bajarên din 12 cihên starê hene ku dibistan û cihên din ên weke wan ji bo vî karî veguhestine. 9 ji wan li Derneyê ne.
Çi bûbû?
Di 10ê Îlonê de navîna Behra Sipiyê di bin bandora bahoza “Daniel”î de mabû. Bandora wê li rojhilatê Lîbyayê jî bûbû. Li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê av rabûbû.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî Abdûlhamîd Dibeybeyî, duh biryar da ku ji ber lehiyê ew ê li tevahiya welatî 3 rojan şînê gire bidin.
Desteya Serokatiyê ya Lîbyayê jî bang li welatên dost û saziyên navnetewî kir û daxwaza alîkariyê ji wan kir.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, ji ber lehiyê 10 hezar kes winda ne.
Di 40 salên dawiyê de li rojhilatê Libyayê bi vê rêjeyê baran nebariyaye.
Di vê navberê de Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesûsî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamak weşand.
(AS/FD)