Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2017an ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) hat aşkerekirin. Li gorî îndeksê Tirkiye 4 rêzan bipaş de çûye û di nava 180 welatan de bûye welatê 155emîn.
Di şîroveya îndeksê de hat diyar kirin, rewşa derketiye holê, nîşana rewşeke wisa ye ku cîhaneke “yek zilaman” bilind bûye û êrîşên li ser medyayê bûne ji rêzê.
Di şîroveya ku bi navê “Di hezaza demokrasiyê de karê rojnamegeriyê bêhêz dibe” de tê bibîr xistin ku demokrasî bi salane kêmtir dibe û hat diyar kirin ku “Bi taybetî jî niha ev kêmbûn ji her demê zêdetir e û tu kes nikare vê kêmbûnê kontrol bike”.
Ji îndeksê
* Di îndeksê de ji bo “yek zilamên” ku her diçe bilind dibe Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orbán (4 rêzan daket û di rêza 71ê de cî girt), Recep Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin (Di rêza 148an de ye) mînak hatin nîşandan. Sekreterê Giştî yê RSFê Christophe Deloire nirxand û got “Rêjeya demokrasiyên ku li ber fûrandinê ne, ji bo kesên ku wateya wê dizanin rewşeke tirsnak e. Em ê kengî ber bi bayê wê de biçin”.
* Di îndeksê de Norwêc di rêza yekê, di rêza herî dawê de jî Koreya Bakur heye. Finlandiyaya ku 6 sal in di rêza yekê de ye îsal bû sêyemîn. Ji ber ku Norwêca ku ne endamê Yekîtiya Ewropayê ye bû yekemîn, hat nirxandin ku “Ev tê wateya têkçûna modela Ewropayê”.
Tirkiye
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê fişara li ser rojnameger û medyayên serbixwe derketiye asteke ku heta niha nehatiye dîtin û hat gotin ku zêdetirî 100 rojnameger di girtîgehê de ne, nêzîkî 150 dezgehên medyayê hatine girtin û kartên çapemeniyê yên bi sedan rojnamegeran hatiye betalkirin.
Di heman raporê de hatiye gotin ku di medyayê de bêhtiriya plûralîzmê hatiye tunekirin û medyayên serbixwe yên gelekî kêm mane jî her gav di nava tirsê de kar dikin. Hat bibîrxistin ku Di Îndeksa Azadiya Çapemeniyê de Tirkiye di 12 salên dawî de 57 rêzan daketiye.
Hûn dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin hemû raporê. (EA/FD)