Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamoglu di hilbijartina 23yê Hezîranê de wek serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin. Îmamoglûyî daye zanîn ku sibeyê(27ê Hezîranê) bi rêûrismekê serokatîya şaredarîyê dê ji bo wî bê dewirkirin.
Îmamoglûyî daye zanîn ku rêûrisma dewir û teslîmê dê li navenda serokatîya şaredarîyê ya li Saraçhaneyê siet 18.30ê bê kirin.
Dihat çaverêkirin ku îro rêûrism bê kirin. Li ser pêkneanîna rêûrismê Îmamogluyî diyar kiriye ku wî lê nepirsiye ka ji ber çi îro nehatiye kirin. Wî got “bername ji bo sibeyê hatiye plankirin. Ez rêzê lê digirim. Hemî hembajarîyên me vexwendî ne.”
Walîtîya Stenbolê î li ser malpera xwe daye zanîn ku bername dê sibeyê bê pêkanîn. Îmamoglûyî 806 hezar û 426 deng ji reqîbê xwe zêdetir standibû û bûbû şaredarê hilbijartî.
(EKN/MB)