Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îmamoglûyî gotiye, “Li gorî vicdanên 16 milyon mirovan û vê hilbijartinê li gel dengên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) aşkere kiriye, ez daxwaza mezbateya xwe dikim. Ez bang li YSKyê dikim ku wezîfeya xwe pêk bîne”.
“Wisa tevdigerin ku weke pêlîstokên wan ji wan hatibe standin”
“Cîhan hilbijartina vî bajarî dişopîne. Wisa tevdigerin ku weke pêlîstokên wan ji wan hatibestandin. Bila wisa tevnegerin û qedr û qîmetê Tirkiyeyê nexin.
“Hemû civak tiştên ku di navbera xwe de dinivîsînin, dibîne, tiştên li ser medyaya civakî tên nivîsandin dixwînin. Bi gotina ‘diziyê” bila mirovan nedarizînin, bila hedê xwe bizanibin.
“Dibe ku di hilbijartina bajarên mezin de partî bi ser neketibe, dibe ku payebilind hev sûcdar bikin”.
“YSK misoger e ji bo pêvajoyê”
“Bila teqez bersiva erênî nedin wan karên dijyasayî yên îradeya siyasî dixwaze bi wan bide kirin.
“Ma gelo di hemû hilbijartinan de şaşîtî çênabin? Dibin. Kêmasî dibin, şaşîtî dibin. Ne hewceye ku şovên siyasî bikin.
“Li nik me jî bi dehan heye. Li Bakirkoyê CHPyê 177 deng derxistiye lê tenê yek deng nivîsandine. Ev hê jî nehatiye sererastkirin. Li YSKyê jî nehatiye sererastkirin.
“YSK misoger e ji bo pêvajoyê. Em bi ihtîmam dixwazin ku ne li gorî çewisandina tevbigerin”. (AO/FD)
Foto: Orhan Akkanat/AA