Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hunermend Îlyas Salmanî vîdeoyek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandibû. Ji ber hin gotinên wî yên di vê vîdeoyê de, bi îdiaya “Bi awayekî aşkere gelê Tirk biçûk xistiye” (TCK 301) doz li Salmanî hatibû vekirin û dozgerî xwestibû heta 2 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Dadgehkirina Salmanî li Dadgeha Asliye Cezayî ya 54an a Anadolûyê pêk hatiye. Îlyas Salman û parêzerê wî Ozgur Mûrat Buyuk beşdarî danişînê bûne.
Piştî diyarkirina nasnameyê, Salmanî gotiye, ew nizane kê giliyê wî kiriye û wî heqaret li ti kesî nekiriye, wî bi gotinên xwe gelê dengên xwe dane hikûmeta heyî, rexne kiriye.
Salmanî diyar kiriye ku ew hunermendekî mixalif e û sîstema ku ew dixwaze bibe desthilatdar jî ew ê dîsa di mixalifiyê de dewam bike.
Parêzerê Salmanî, Buyukî jî gotiye, dema li tevahiya axavtina Salmanî binêrin wê bibînin, ew tohmeta dikin stûyê wî pêk nehatiye û daxwaza beraeta Salmanî dike.
Dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye û biryar daye ku dadgehkirin bila di 13ê Îlonê de dewam bike. (HA/FD)