Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Humermend Îlkay Akkaya ji bo Dûrû û Yîgît Alp, zarokên bi nexweşiya SMAyê ne, wê konserekê li dar bixe.
Akkaya ji bo piştgiriya wê kampanyeyê dê konserê pêk bîne ku ji bo her du zarok werin dermankirin, bi rê ve diçe.
Konsera Akkayayê wê 15ê Tebaxê saet di 21.00ê de li Şanoya Servekirî ya Kulturparka Îzmîrê pêk were.
Ji bo biletên konserê bitikîne
Nexweşiya SMAyê
Malbatên ku zarokên wan bi vê nexweşiyê ye bi salan e têdikoşin. Ji bo mesrefên dermankirinê yek bi yek kampanyeyan li dar dixin. Dermanên wan ên li Tirkiyeyê pesendkirî ne divê heta hetayê werin bikar anîn, lewre malbat ji bo dermankirina genê ya li DYAyê û hin welatên Ewropayê pesendkirî bi dest bixin van kampanyayan pêk tînin.
SMA ango “Spinal Muscular Atropy” nexweşiyeke masûlkeyan e, irsî ye û heke derman nedin wan, nexweş pê dimirin. (AÖ/FD)