Madeyên 1. û 2. ya teklîfa rakirina parêzbendiyên parlementerên ku derbarê wan de dosye hatiye amadekirin, li meclisê het qebûlkirin.
Pêşniyara Lijneya Şêwirmendiyê hat qebûlkirin ku meclis derbarê wê mijarê de 18ê Gulanê roja Çarşemê bicivin.
Cîgirê Serokê Meclisê Ahmet Aydin ragihand ku teklîf di saet 01:58an de hatiye qebûlkirin û li gorî qanûnê rûniştina duyem 24 saet piştî biryardayînê ancax dikarin pêk bînin. Ji bo vê yekê rûniştin dê roja înê saet 10:00an de(20ê Gulanê) pêk were.
Gelo derbarê encamê de îhtîmalên çawa hene?
Encamên hilbijartina yekem de rêjeya dengan, ji bo medaya 1. 350 erê, 148 na, 5 bêbiryar, 1 betal û 27 zerf jî vala derket.
Ji bo madeya 2. jî 357 erê, 149 na, 6 bêbiryar, 1 betal û 16 zerf jî vala derket.
Ji bo teklîf betal bibe:
-Ji bo ku teklîf rasterast betal bibe, divê dengên erê ji 330an kêmtir be.
-Serokê Meclisê nikare deng bide. Hejmara wekîlên MHP û AKPê 356 e.
-Ji ber ku sonda Leyla Zana nehatiye qebûlkirin nikare deng bide û bi vî awayî hejmara parlamenterên HDP û CHPê 192 ye.
-Eger hemû parlementerên HDP û CHPê dengê nayê bidin û ji MHP û AKPê jî 27 dengên nayê were dayîn, wê teklîf rasterast betal bibe.
Ji bo referandûmê were kirin:
Ji bo derbarê teklîfê de referandûm were kirin divê herî kêm 330 dengên erê were dayîn.
Eger CHP û HDP bi tevahî dengên nayê bikarbînin jî, hejmara bi dengên AKPê û MHPê ve dibe ku referandûm were kirin.
Ji bo teklîf rasterast were qebûlkirin:
-Hejmara wekîlên AKP û MHPê 356 e. Ji bo ku teklîf rasterast were qebûlkirin divê 11 parlementerên din jî dengên erê bidin.