Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kiriye ku ew ê ji bo di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokomarî û Parlamenteriyê de bibin çavdêriya serbixwe serî li YSKê bidin.
Komele ji 2011an û vir ve di dema hilbijartinan de ji bo çavdêrî û şopandina serbixwe serî ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê didin, lêbelê daxwaza wan nayê pejirandin.
Yoleriyê têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye:
"Platforma Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe heye. Di heman demê de em di nava vê platformê de ne jî. Ev platform ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hatiye avakirin. Em dixwazin kesên ne endamên tu partiyên siyasî di nava vê platformê de cih bigirin. Ji lew re em dixwazin hilbijartinê bi awayekî serbixwe bişopînin. Hevlaên me yên peywirdar dê binpkirinên mafan tespît bikin û dê wan li pergala dîjîtal bar bikin û bişînin navendê û em ê jî van binpêkirinan bikin raporç Her wiha em ê bi rêxistinên din re jî tevbigerin û bi vî awayî em ê wêneyekî giştî yê ewlehiay hilbijartinê deynin holê."
Yoleriyê hilbijartin wekî "vînê" pênase kiriye û gotiye ku ew dixwazin li Tirkiyeyê hilbijartinê bi awayekî ewle bên kirin. Yoleriyê wiha domandiye: "Li Tirkiyeyê her diçe rejîmeke otorîter û ji demokrasiyê dûr ava dibe. Her diçe maf û azadî hîn bêtir tên sînordarkirin. Em dibînin ku pirnaiya gel doza azadî, demokrasî û edaletê dike. Û vê hilbijartinê wekî hêviyekê dibîne. Kesên vî welatî bi rê ve dibin, armanca wan rejîmeke çewisîner e û dixwazin vîna gel binpê bikin. Lewma divê em di 14'ê Gulanê de çavvekirî bin. Di 14'ê Gulanê de çi ji destê me bê em ê bikin."(AS/AY)