Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tezkereyên Serokomariyê yên ji bo dema mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Iraq, Sûriye û Libnanê dirêj bike, duh (20ê Çiriya Pêşiyê) ji Serokatiya Parlamentoyê re şandine.
IYI Partiyê aşkere kiriye ku wê dengê “erê” bide tezkereyê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) diyar kiriye ku piştî civîna wan a navendî wê biryara xwe aşkere bikin.
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) daxuyaniyek derbarê tezkereyê de weşandiye û banga aştiyê kiriye.
“Bandorê li siyaseta navxweyî dike”
IHDyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Hewce nake em behsa wan bandorên Tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bikin ku wê li siyaseta navxweyî bikin. Divê em ji bîr nekin ku desthilata siyasî ji sala 2015an û vir ve bi van cûre tezkereyan û operasyonên leşkerî, ji bo temenê xwe yê siyasî dirêj bike hewl dide mixalefetê jî bikişînin cem xwe. Ji ber operasyonên leşkerî yên bi saya tezkereyan pêk tên, lêçûnên ekomokî zêde dibin û ev jî aşkere ye. Di van rojan de ku krîza ekonomîk heye, divê ev hêl jî neyê ji bîrkirin. Vê carê dixwazin tezkere ji bo du salan be. Ev jî dide xuyakirin ku ihtimaleke mezin wê di nava sala 2022an de hilbijartina pêşwext bibe.
Di encamê de mafparêz li dijî şerî mafparêziyê diparêzin. Em biryara Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî ya Piştgirîdanîna Mafê Aştiyê bibîr dixin ku di 22yê Hezîrana 2017an de hatiye îmzekirin û dibêjin ku parastina mafê aştiyê ji bo me mijareke sereke ye. Em careke din bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku bila li şûna polîtîkayên şerî, polîtîkayên aştiyê bicih bîne û van tezkereyan bi şûn de bikişîne yan jî em bang li parlamenteran dikin ku dengên NAyê bikar bhinin. Em dibêjin li Welêt aştî li Cîhanhe aştî.”
IHDyê di daxuyaniya xwe de her weha gotiye ku “Tirkiye ji ber pirsgirêka Kurdan dixwaze hêza leşkerî bişîne Iraq û Sûriyeyê.” (EMK/FD)