Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirina mafên mirovan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku ji bo 6 mehên destpêkê yên sala 2024an amade kiriye, eşkere kir.
Bîlançoya raporê ji aliyê Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Mehmet Tahîr Saçakli ve û nirxandin jî ji aliyê Cîgira Serokê Giştî yê ÎHDê Rûmeysa Denîz Kayayê ve hat kirin.
Di raporê de binpêkirinên mafan weha hatin rêz kirin:
* Di encama ‘kuştinên keyfî, bikaranîna bêperwa ya çek û hêzê, bi hişyariya raweste nekir’ û ‘înfazên bêyî darizandinê’ yên hêzên ewlekariyê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
* Hat îdiakirin ku li girtîgehên herêmê 3 girtiyan ji ber nexweşiyên cuda û 2 girtiyan jî xwe kuştin.
* Di encama xeletî û xemsariyê fermî herî kêm 18 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 76 welatî ji birîndar bûn.
* Di şewata ji ber sersariya DEDAŞ’ê derketî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
* Di encama binpêkirinên mafê jiyanê yên li herêmê de 21 hêzên ewlekariyê, 44 milîtanên çekdar û 65 sivîl jî di nav de bi giştî herî kêm 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 endamên hêzên ewlekariyê û 117 jê svîl bi giştî herî kêm 137 kes jî birîndar bûn.
* Li 5 bajar û navçeyên girêdayî wan ên li herêmê 21 caran herêmên ewlehiya taybet hatin ragihandin. Herî kêm li bajarekî carekê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin. Herî kêm cenazeyekî milîtanên rêxistinê radestî malbata wî nehat kirin. Herî kêm cenazeyên 3 milîtanan tevî hewldanan jî dereng radestî malbatên wan hatin kirin. Herî kêm carekê li dijî goristanan êriş hate kirin.
Binpêkirinên mafên jinan yên jiyanî
* Di 6 mehan de li herêmê herî kêm 19 jinan bi awayekî guman, 30 jinan ji ber tundiya nava malê û 10 jinan jî di encama tundiya civakî de jiyana xwe ji dest dan.
Binpêkirinên mafên zarokan yên jiyanî
* Di encama tundiya nava malê de herî kêm 27 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di encama tundiya civakî de herî kêm 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 2 zarok jî birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 15 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û yek jî hate revandin.
* Zarok jî di nav de li herêmê herî kêm 98 welatî rastî îşkence û miameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Li bajarên herêmê 88 jê zarok herî kêm hezar û 164 welatî hatin binçavkirin. 4 jê zarok herî kêm 165 welatî hatin girtin. Herî kêm ji bo 3 welatiyan biryara hefsa malê hate dayîn. Li herêmê herî kêm bi ser 527 mal/kargehan de hate girtin.
Binpêkirinên li dijî azadiya derbirîn û ramanê
* Li herêmê herî kêm pêşandana 4 çalakiyan hate qedexekirin. Di 74 dosyayên lêpirsînê de herî kêm li 520 welatiyan lêpirsîn hate vekirin. Di 10 dosyayên dozê de herî kêm li 39 welatiyan doz hatin vekirin. Siyasetmedar û rojnameger jî di nav de ji 13 dosyayan herî kêm li 56 welatiyan cezayê hefsê û yê pereyan hatin birîn. Bi ser avahiyên 3 partiyên siyasî, rojnameyek û şaredariyekê de hate girtin.
Binpêkirinên li dijî xwenîşandan û civînan
*Hêzên ewlekariyê herî kêm mudaxileyî 34 civîn û xwepêşandanan kirin.
*Walîtî û qeymeqamtiyan herî kêm 21 civîn û xwepêşandan betal kirin.
*Waliyên herêmê herî kêm 56 caran civîn, xwepêşandan û meş qedexe kirin.
Binpêkirinên li girtîgehan
*Li girtîgehan herî kêm 44 girtî bêyî daxwaza wan û bêyî ku hincetek were nîşandan li girtîgehên cuda hatin sewqkirin.
*Mafê tenduristiyê yê herî kêm 116 girtiyan û mafê hevdîtinê yê herî kêm girtiyekî hate binpêkirin.
*Herî kêm derheqê 65 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin û herî kêm li 4 girtiyan cezayên disiplînê hate birîn.
*Herî kêm 7 girtî rastî tecrîd û îzolasyonê hatin.
*Bi hincetên cuda (derneketiye lijneyê, cezayê disiplînê, poşman nebûye, tev li torenên olî û netewî nebûye) herî kêm tehliyeya 22 girtiyan hatin taloqkirin.
*Di şert û mercên ewlehiya kar nehatiye parastin de herî kêm 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok 20 karker jî birîndar bûn.
*Herî kêm kesek ji peywirê hate girtin û herî kêm derheqê 3 kesan de lêpirsîna îdarî hate destpêkirin û hatin sirgunkirin.
Erkdarkirina qeyûman
* Li şaredariyeke herêmê qeyûm hate tayînkirin. Derheqê 4 şaredariyan de lêpirsîna îdarî hate destpêkirin. Herî kêm pasaportên 9 hevşaredaran li ser daxwaza midûriyetên emniyetê bi îdiaya ‘ewlehiya giştî’ hatin betalkirin. Derheqê hevşaredarekî de bi îdiaya heqareta li serokkomar doz hate vekirin.
*Mafê tenduristiyê yê herî kêm 416 welatiyan hate binpêkirin, li herêmê herî kêm 5 şewatên daristanan û birîna daran pêk hatin. Mafê xanî yê herî kêm welateiyekî hate binpêkirin.
Bi giştî herî kêm 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin.”