IHD: Di 2016ê de li herêmê 41 zarok bi bombeyan mirine
Li gor rapora Berpirsiyarîya Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan, di 2016ê de 150 zarok di xwenîşandan an jî di malên wan de hatine desteserkirin 40 ji wan hatin girtin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berpirsiyarîya Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan “Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan ên Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê” eşkere kir.
Li gor raporê di sala 2016ê de pênc zarok bi çeka hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Li herêmên şer lê heyîn 22 zarok mirine, 12 zarok birîndar bûne.
Bi bombeyan 41 zarok mirine sê zarok birîndar bûne.
Hewceyîya polîtîkayeka civakî ya kêrhatî
Li gor raporê lêpirsînên kêrhatî ji bo binpêkirinên mafên mirovan nayê kirin. Ev yek endamên hêzên ewlehiyê yên mafan binpê dikin an jî sûcdaran wêrektir dike.
*Hatiye tespîtkirin ku îşkence li wan kesên hatine desteserkirin hatiye kirin.
*Di sala 2016ê de mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin.
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.