Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salvegera Komkujiya Helebceyê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, "Bila êdî pirsgirêka kurdan bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bibe."
Rejîma Beasê ya Seddam Huseynî li Kurdistana Iraqê, Operasyona Enfalê li dijî kurdan dabû destpêkirin û li bajarê Helebceyê Di 16ê Adarê de li dijî kurdan komkujiyek pêk anîbû.
Êrîş di 16ê Adara 1988ê de destpê kiribûn û 3 rojan dewam kiribûn. Bi taybet bajarokê Helebceyê û derûdora wê bi çekên kimyewî hatibûn bombebaran. Nêzîkî 5 hezar mirov hatibûn qetilkirin.
ÎHDyê diyar kiriye ku hîna êşa Helebceyê derbas nebû, DAIŞê di Tebaxa 2014ê de li Şengalê êrîşî êzidiyan kir. Her weha piştî Referandûma Serxwebûnê ya di 24ê Îlona 2017an de pêk hatiye, Heşdî Şabiya Îran piştgiriya wê dike, êrîşî Kerkûk û hin deverên din kiriye û niştecihên kurd neçarî koçberiyê kirine. ÎHDyê di dewama daxuyaniyê de bal kişandiye ser êrîşên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên di 2018ê de li ser Efrînê, di 2019ê de jî li ser Serêkaniyê û Girê Sipî û di encama van êrîşan de gelek sivîl hatine kuştin û mafên gelek niştecihan hatine binpêkirin.
"ÎHDyê ve roj weke Roja Komkujiya Kurdan qebûl kiriye"
Daxuyaniya ÎHDyê wiha dewam kiriye:
"ÎHDyê biryar daye ku roja 16ê Adarê weke 'Roja Komkujiya Kurdan" qebûl bike ku li Tirkiyeyê weke roja bîranîna Qetlîama Helebceyê tê zanîn û dixwaze dewleta Tirkiyeyê komkujiyê qebûl bike.
“Sûcên ku rejîma Seddam Huseynî di Operasyona Enfalê de bi taybet armanc dikir û pêk anî, sûcên komkujiyê ne.
“Dadgeha Cezayan a Bilind a Iraqê di 1ê Adara 2010ê de qetlîama Helebceyê weke komkujî qebûl kiriye. Heta niha Iraq, Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê, Norwêc, Swêd, Hollanda û Ingilîstanê sûcên di dema Operasyona Enfalê de pêk hatine weke sûcên qirkirinê qebûl kirine.
“Tirkiyeya ku li Rojhilata Navîn herî zêde kurd lê dijîn, Operasyona Enfalê weke sûcê komkujiyê qebûl bike, wê watedar û girîng be.”
ÎHD bang li desthilata siyasî ya Tirkiyeyê kiriye û xwestiye pirsgirêka kurdan bi rêyên siyasî û bi rêbazên aştiyane çareser bike û ji NY û Konseya Ewropayê jî xwestiye ku polîtîkayên hevgirtî yên wê şer û pevçûnên bi çek ên dewam dikin, bi dawî bikin pêk bînin. (AS/FD)