Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) li 146 welatan 190 dezgehên girêdayî wê hene û zêdetirî 600 hezar rojnamegeran temsîl dike. İFJyê derbarê kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê daxuyanî da. Tirkiyeyê herdu rojnameger li Sûriyeyê qetil kir.
Sekreterê Giştî yê IFJyê Anthony Bellanger got: “Du hevkarên me rojnamegerên hêja bûn ku rewşa li bakurê Sûriyeyê radigihandin. Tişteke sosret e ku dema karê rojnamegeriyê dikirin bi qestî ji aliyê drone ve hatin hedefgirtin. "Em vê êrîşa li hemberî hevkarên xwe şermezar dikin û daxwaz dikin ku berpirsyarên vê êrişê hesab bidin."

Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
Her wiha IFJyê bang li rayedar û desthilata siyasî ya nû ya li Sûriyeyê kir ku têkildarî kuştina rojnamegeran lêkolîneke serbixwe bikin û tawanbaran tespît bike û mehkûm bikin.

Rêxistinên pîşeyî ji bo kuştina rojnamegeran bertek nîşanî Tirkiyeyê dan
(HA/AY)