Îdiaya bomberana balafiran di rojeva meclisê de ye

Ji bo nûçeya Tirkî
Parlementerê Mêrdînê yê HDPê Alî Atalan îdiayên ku Nisêbîn bi balafiran ve hatiye bombekirin, xist rojeva meclisê.
Atalan, pirsnameyek da meclisê ku Wezîrê Parastinê bibesivîne û diyar kir ku li navçeyê derketina derve 72 roj in hatiye qedexekirin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihandibû ku balafirên şer navçeyê bombe kirine û dîmenên bambebarandinê jî parve kiribû.
Atalan xwest ku ev pirsên hanê ji hêla Wezîrê Parastinê ve bên bersivandin:
-Gelo TSKyê bi balafirên şer ve Nisêbînê bombe kirine?
-Êrişa bombebarandinê de çend balafir hatine bikaranîn?
-Di bomberandinê de cebilxaneyeke çawa hatiye bikaranîn?
-Balafirên şer ên TSKyê di nav sînorên welêt de bi kîjan hincetê û qanûnê ve wan êrişan pêk tînin?
-Gelo di encama wan êrişan de kesên canê xwe ji dest dane kî nin û hejmara wan çend e? Li gorî raporên otopsiyê gelo sedema kuştina wan kesan çî ye?
-Gelo di nav sînorên welêt de balafirên şer ên TSKyê tu cihê bomberan kirine an na?
(AS/YO)