Îbrahîm Gokçek, gîtarîstê Grup Yorumê yê rojiya mirinê digire, hatiye tehliyekirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îbrahîm Gokçek, gîtarîstê Grup Yorûmê piştî rapora Tipa Edlî ya ku gotiye “nikare li girtîgehê bimîne” hatiye tehliyekirin. Gokçek 252 roj in rojiya mirinê digire û kîloyên wî daketiye 46an.
Gokçek wê nikaribe derkeve ji derveyî Tirkiyeyê û ji derveyî malê.
Gokçek li 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dihate dadgehkirin. Di danişîna 14ê Sibatê de dadgehê ji Rêveberiya Girtîgeha Silivriyê xwestibû ku wî bibin Saziya Tipa Edlî û bila lê binêrin bê ka wê bikaribe li girtîgehê bimîne yan na. Dadgehê gotibû piştî rapor were bêyî ku li bendî danişînê bimînin, ew ê biryara xwe bidin.
Hefteya borî Gokçek birine Saziya Tipa Edlî û 3yem Daîreya Pisporiyê ya Saziya Tipa Edlî di 21ê Sibatê de raporek nivîsandiye. Di raporê de hatiye gotin ku bejna wî 1.90 cm ye û kîloyî wî bûne 46 û ew nikare li girtîgehê bê girtin.
Parêzerên Gokçekî piştî vê raporê serî li dadgehê dane û daxwaza tehliyeyê kirine. Heyeta dadgehê îro ev daxwaz nirxandiye û biryara tehliyekirini ji bo Îbrahîm Gokçekî daye. (AS/FD)