Hunermend Helîm Arslan (Helîmê Omerî) û Azad Bedran Kizilkar îro danê sibehê hatin desteserkirin.
Arslan li mala xwe û Kizilkar jî li balafirgehê hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirina hunermendan diyar nîne û herdu hunermend birine emniyetê.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî mijarê daxuyanî da. NÇMê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dijayetiya desthilatê ya li hemberî çand û hunera kurdî û desteserkirina hunermendan şermezar kir û got: "Muzîk û hunera kurdî nayê bêdengkirin."
(AY)