Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Hunermendên Li Dijî Şeran” li ser change.orgê kampanyayek dane dest pê kirin.
Metna bi sernavê “Şer bidin rawestandin!” ku bi kurdî, tirkî û îngîlîzî hat amadekirin û ji bo kampanyayê hat parvekirin wiha ye:
“Ji bo ku em li hember gotin û polîtîkayên mîlîtarîst, li hember şer û li hember ruxandinê bisekinin zêde zêde hincetên me hene, ji ber ku em hunermend in!”
“Em qet tu xweferzkirin, çewisandin û înkarê napejirînin. Hemû gel, bawerî, cudahî dewlemendiyên çanda me ne. Em desthilatdariyê, îstilakirinê, bidestxistinê napejirînin… Em jiyaneke ku di qada aşitiyê de; xwişk û biratî, hevparî û demokrasî serdest e dixwazin. Edî bes e! Em naxwazin miriyan bibînin, êşan bikişînin. Ji şer re na, ji talankirinan re na!”
79 kesan îmze avêtine binî
Kesên ku îmze dane kampanyayê ev in:
Deniz Türkali, Ahmet Telli, Aynur Doğan, Ferhat Tunç, Yelda Abbasî, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Diyar, Suavi, Tara Jaff, Sergi Lopez Ayats, Ednan Kerîm, Kemal Ulusoy, Haşim Aydemir, Rugeş Kırıcı, Mikail Arslan, Julide Kural, Ezel Akay, Selim Temo, Beser Şahin, Ghotbedin Sadeghi, Özcan Alper, Önder Çakar, Ahmet Güleryüz, Nejla Demirci, Rêber Doskî, Rojda, Alba Sottora Cluç, Xêro Ebbas, Mizgîn Tahir, Pınar Aydınlar, Bülent Turan, Hayko Bağdat, Emekçi, Genim, Eleonore Fourniau, Xelîl Xemgîn, Ali Baran, Zehra Doğan, Kazım Öz, Medet Dilek, Serhat Kural, İlham Bakır, Özkan Küçük, Gülbahar Kavcu, Şêrko Kanîwar, Fırat Çete, Metin Ewr, Hîvda Gökel, Cevdet Bağca, Şanar Yurdatapan, Farqîn, Nazmi Kırık, Yeşim Çoşkun, Çiya, Baran Bozyel, Comerd, Xanemir, Şemdin, Ayhan Evci, Kawa, Roşna, Cewad Merwani, Dîno, Nurcan Değirmenci, Ruken Yılmaz, Deniz Esmer, Arhat, Mervan Tan, Ömer Şahin, Hebun Polat, Nurhak Kılagöz, Ferit Elalılmış, Talat Yeşil, Veysi Ermiş, Xalide, Engin Cengiz.
(TP/FD)