*Berga albûma "Armenia: Heavenly Duduk"ê (Network Medien)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Djian Gasparyan, hunermendê ermen ê bi navûdeng koça dawî kiriye.
Li gorî nûçeya ku li rojnameya Agosê weşandiye, Djivan Gasparyan Jr. Neviyê hunermendî li ser hesabê xwe yê Facebookê zanyariya mirina hunermendî belav kiriye.
Gasparyan di sala 2006an de bûbû namzetê Xelata Grammyê di beşa Baştirîn Albûma Muzîka Cîhanî ya Gerdîşî. Hunermendî di sala 1973yan de bûbû xwediyê kunyeya Hunermendê Gel ê Ermenistanê. Di sala 2002an de jî Xelata Serkeftinê ya Heta Hetayê ya WOMEXê (World Music Expo) wergirtibû.
Gasparyan bi Erkan Ogur, Sting, Peter Gabriel, Huseyîn Alîzadeh, Michael Brook, Brian May, Lionel Richie, Derek Sherinian, Brian Eno, Hanz Zimmer û gelek hunermendên din re derketibû ser dikê.
Gasparyan di sala 1928an de li bajarê Solakê yê herêma Godaykê yê Ermenistanê jidayik bûye. Malbata jî ji Mûşê koçber bûn. Di 6 saliya xwe de dest bi lêdana bilûrê kiriye. Dema biçûk bû, dêya wî miriye, bavê wî beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyem bûye. Ji ber wê zaroktiay wî di yetimxaneyê de boriye. Di sala 1947an de çûye Moskowayê.
Di navbera salên 1946 û 1982yan de di Civata Folklor û Muzîka Gel a Tatul Altunyanî de weke solîst kar kiriye. Brian Eno, çêker û muzîsyen dema di sala 1989an de li Moskowê lêkolîn li ser gelên Sowyetê dikir bi muzîka Gasparyanî hisiyaye. Ew vexwendiye Londonê. Yekem albhuma wî ya li derveyî welêt bi navê "I will not be sad in this world" di vê demê de hatiye weşandin.
Di Konservatuara Muzîkê ya Dewletê ya Ermenistanê de ders didan û muzîkên wî di fîlmên weke “Ronîn” û “Gladyator” de lê dane.
Çavkanî: Agos, Wikipedia
(AÖ/FD)