Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di 23yemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di 16ê Çiriya Paşiya 2000î de li Parîsê, paytexta Fransayê koça dawî kir.
Her weha bi pêşengiya TEV-ÇANDê li ser gora xwe ya li Goristana Parîs Pére Lachaise hat bibîranîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Osman Baydemîr, hunermendên TEV-ÇANDê Farqîn Azad, Deza Amed, derhêner Şehram Alîdî, helbestvan Selîm Temo û hezkiriyên wî tevlî bîranînê bûn.
Li ser daxwaza hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kayayê strana Mîr Perwer ku di Kanûna 2022an de li Parîsê hat qetilkirin, hat lêxistin.
(AY)