Huda Kaya li meclîsê li ser nûçeya bianetê axivî
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Huda Kayayê li meclîsê behsa nûçeya bianetê ya li ser weşaneka HaberTurk TVyê axivî.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Huda Kayayê li meclîsê behsa nûçeya bianetê ya li ser weşaneka HaberTurk TVyê axivî.
Bi nûçeyekê bianetê eşkere kiribû ku welatiyê ji Efrînê gotiye “Hêzên (Suriyeya) Demokratîk, diz in, terorîst in” lê di weşana HaberTurk TVyê de wergêrî wek welatîyî ew gotin ji YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) re gotibin wergerandiye.
Kayayê got:
“Em her dibêjin hêza derewî ne ti hêz e, desthilata bi derewan jî ne ti desthilat e. Me bi vê vîdeoyê dît ka derew çawa têne bikaranîn.”
Huda Kayayê diyar kir ku li Kilîsê Midûriyeta Giştî ya Weqfan navê mizyefteka bi navê Kürtler Camii(Mizyefta Kurdan) kiriye Türkler Camii(Mizyefta Tirkan).
“Ev çavda fetihkariyê ye.”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.