Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
HSYKyê(Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran) da zanîn ku wê 3 hezar û 940 dadger û dozger erkdar kirine.
Agahî di Rojnameya Fermî de îro hat weşandin.
3 hezar û 659 dadger û dozger ji karî hatibûn avêtin
Wezîrê dadê, Bekir Bozdagî dabû zanîn ku “HSYKyê 3 hezar û 456 dadger û dozgerên ne li gor mesûliyetên xwe ne ji karî avêtine.”
Di 17 Çiriya Paşiyê de, di Rojnameya Fermî de hat ragihandin ku HSYKyê 203 dadger û dozgerên têkiliya wan bi FETO/PDY(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) re heye ji karî avêtine.
Bi vê yekê li ser hev hejmara dadger û dozgerên ji karî hatîn avêtin bûbû 3 hezar û 659. (AS/MB)