HSDyê kontrola Reqqayê bi temamî bidest xist
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şerê çar mehan kontrola bajarê Reqqa yê Sûriyeyê ji destê DAIŞê derxist ku DAIŞê ev der weke paytext ragihandibû.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kontrola bajarê Reqqayê bi temamî ket destê HSDyê.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li Reqqayê ye ragihand ku kontrola ji sedî 99ê bajêr ji destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatiye derxistin.
Feras Killanî yek ji fermandarên payebilind ên HSDyê ji beşa Erebî ya BBCyê re axivî û got ku DAIŞ êdî nikare li bajêr tevbigere.
Quentin Sommerville nûçegîhanê BBCyê diyar kir ku ji kamyonekê bang dihat kirin ku bila Reqqayî derkevin derve û şorbeya germ vexin.
Sommerville aşkere kir ku di demeke kurd de derbarê kontrolkirina bajêr de wê daxuyanî bê dayin. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.