*Fermandarê SDGyê Mazlûm Ebdî û Nûnera NYyê Virginia Gamba. Fotograf: SDG
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Virginia Gamba, Nûnera Taybet a Antonio Gueterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) roja 29ê Hezîranê, li Ofîsa NYyê ya Cenêvê civînek li gel Mazlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk aniye. Gamba derbarê mafên zarokên li cihên şer û pevçûn de nûnertiyê dike.
NYyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, “HSDyê pesend û erê kiriye ku wê cih nede leşkerên zarok, zarokên keç û yên xort ên di nava yekîneyên wan de wê bên derxistin û di vî warî de wê tedbîran bistînin”.
Daxuyanî roja duşemê hatiye dayîn û di vir de hatiye diyarkirin ku piştî hevdîtina Mazlûm Ebdî, Fermandarê HSDyê bi Virginia Gambayê re civiya ye, peyman hatiye mohrkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk aşkere kiriye ku ji bo parastina kesên temenê wan di bin 18an de ev plan hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniya HSDyê de hatiye diyarkirin ku “Ji bo pêkanîna peymanên navdewletî yên girêdayî maf û parastina zarokên ku bandora şerê li Sûriyê li wan kiriye û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmar 1612ê ya sala 2005ê, Peymana Mafên Zarokan a 1989an û Protokola wê ya sala 2000an, Peymana Cenêv a 1949an û protokolên din, perspektîvên Parîsê yên girêdayî zarokên hêzên çekdar ya 2007an” peyman hatiye îmzekirin. Li gorî heman daxuyaniyê beriya îmzekirinê, her du alî bi mehan civîn li dar xistine. (PT/FD)