Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya Li Mafên Mirovan (Human Rights Watch / HRW) derbarê rakirina parêzbendiya Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê de daxuyaniyek daye.
HRWyê di daxuyaniya xwe de gotiye, ji ber parvekirina mesajekê ya li ser medyaya civakî cezakirina siyasetmedarekî mixalif, rakirina parêzbendiya wî û bi heman hincetê zindanîkirina wî, tê wateya ku mafê azadiya xweîfadekirinê bi awayekî cidî hatiye binpêkirin û mafê hilbijartina nûnerên hilbijêran binpêkirin.
Hugh Williamson, Dîrektorê HRWyê yê Ewropa û Asyaya Navîn gotiye, “Beriya zindanîkirina Omer Faruk Gergerlîoglûyî, gaveke wê ji bo betalkirina parlamenteriya wî were avêtin, dê weke bergirîdana hikûmeta Erdoganî were qebûlkirin ku ji ber helwesta wî ya wêrakane ya ji bo piştgiriya bi hezaran mexdûrên binpêkirinên mafên mirovan were dîtin.”
Williamsonî her weha diyar kiriye ku “Mehkûmkirina Gergerlîoglûyî wê were wateya bi awayekî vekirî binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê. Her weha eger ev ji bo dûrxistina wî ya ji meclîsê weke sedem were dîtin wê nîşan bide ku rêzikên demokratîk û mafê rêxistinkirina siyasî tune tê hesibandin.” (HA/FD)