Hîzbûllah: Nasrallah di êrîşa Îsraîlê de mir
Hizbullaha Lubnanê aşkere kir ku serokê wan Hesen Nasrallah di êrîşên duh ên asmanî yên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Hizbullaha Lubnanê aşkere kir ku Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah duh di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser herêma başûrê paytext Beyrûtê de miriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel Nasrallah hin berpirsên din ên Hizbullahê hatine kuştin û ji bilî Nasrallah navên din nehatine gotin.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.