Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hiqûqnasan bi daxuyaniyeka hevpar da zanîn ku rêberê PKKyê, Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û daxwaza hevdîtina digel wî tê redkirin, ji bo mûzakereyan divê hevdîtinên digel wî bidomin.
Bi daxwaza Bûroya Hiqûqê ya Asrinê îro endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Bûroya Hiqûqê ya Bindestan, Bûroya Hiqûqê ya Açilimê, Komeleya Hiqûqnasên Nûjen û Hiqûqnasên Demokrasîxwaz li Taksîm Hill Otelê kom bûn û daxuyaniyeka hevpar da.
‘’510 daxwazên hevdîtinê yên parêzeran nehatine qebûlkirin.’’
Daxuyanî Erman Emekçîyî xwend. Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê ji 27ê Tîrmeha 2011ê heta niho hevdîtina Ocalanî û parêzeran tê astengkirin.
Emekçîyî diyar kiriye ku 510 caran parêzeran daxwaza hevdîtinê kiriye û daxwaza wan hatiye redkirin. Ji 6ê Çiriya Paşiyê ya 2014ê ve hevdîtinên digel malbata wî û ji 5ê Nîsana 2015ê ve hevdîtinên digel wan kesên dî hatine astengkirin.
Daxwazên dadnasan
*Divê girtîgeha giravê ji bo kontrolkirinê bê vekirin.
*Divê Ocalan û girtiyên dî bi parêzerên xwe re bikarin hev bibînin.
*Divê mafên girtiyan yên navneteweyî ji bo girtîyên giravê bêne naskirin. (AS/MB)